Hêzên Hengarî li Kurdistanê dimînin

Hêzên Hengarî berdewam dibin li ser piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.
کوردستان TV
100%

Fermandarê  hêzên Hengarî xatira xwe ji rayedarên Kurdistanê dixwaze.

Fermandarê giştî yê hêzên Hengariya yên li Kurdistan û Îraqê Jeneral Peter Lochtak ku dema pîwerdariya wî li Kurdistanê de bi dawî hatiye dest bi civînên xwe yên xatir xwestinê ji rayedarên Kurdistanê kiriye.

Di vê çarçoveyê de Peter Lochtak li gel berpirsê têkiliyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê civiya û xatira xwe ji rayedarên PDKê xwest.

Lochtak herwiha eşkere kiriye ku vê hêzên Hengarî yên ku di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî de li Kurdistanê hatine bicîhkirin, her li Kurdistanê dimînin û berdewam dibin li ser kar û çalakiyên xwe bi mebesta piştîvanî kirina hêzên pêşmerge.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.