Jens Stoltenberg: Tişta li Ukraynayê diqewme tawana cenigiye

Sekreterê NATO dibêje Rûsye asayîşa Ewrûpa û cîhanî xistiye metirsiyê.
کوردستان TV
100%

Stoltenberg dibêje Rûsye li berdem aştiya Ewrûpayê astenge.

Sekreterê giştî yê NATo Jens Stoltenberg derbarê êrîşên Rûsyeyê yên bo ser Ukraynayê de ragihand ku Rûsye li Ukraynayê êrîşî ser xelkê medenî dike û xelkê medenî dikuje ku ev jî tawana cengiye.

Jens Stoltenberg eşkere kir ku Putin bi destpê kirina wan êrîşan, qanûn, aştî û ewlekariya cîhanî binpê kiriye û ev yek jî metirsiyeke gelek mezine bo ser mirovatî.

Stoltenberg herwiha anî ziman ku Rûsye li berdem aştiya li Ewrûpayê astengiyeke gelek mezine. Lazime Putin bilez şer rawestîne û leşkerên xwe ji nava axa Ukraynayê vekêşe.

Weke tê zanîn ev 14 roje şer di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de didome.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.