Piştî 14 salan ev yekem serdane bo Tirkiyeyê.
Biryare îro Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog bi fermî serdana Tirkiyeyê bike.
Serokkomarê Îsraîlê Isaac Herzog vê li gel rayedarên Tirkiyeyê bicive û di civînan de behsa normal kirina têkiliyên navbera Îsraîl û Tirkiyeyê û herwiha mijara veguhastina gaza Îsraîlê bi rêya Tirkiyeyê bo Ewrûpayê were kirin.
Weke tê zanîn piştî têkçûna têkiliyên navbera Îsraîl û Tirkiyeyê, di nava 14 salan de ev yekem care ku Serokkomarê Îsraîlê serdana Tirkiyeyê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin