Di civînê de behsa kar û çalakiyên kompaniyên Amerîkî yên li Kurdistanê de hate kirin.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke bazirganî ya Amerîkî kir û piştî bi dawî hatina civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 8ê Adara 2022an me pêşwaziya şandeke civata bazirganiya Amerîka/ Kurdistan û nunerên hijmarek ji kompaniyên Amerîkayî kir.
Di destpêka civînê de nunera hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê birêz Beyan Samî Ebdulrehman bi awayeke kurt behsa armanca serdana ev şanda han ya bazirganî kir ku bi hemahengî li gel nuneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya li Amerîka û civata bazirganiya Amerîka/ Kurdistanê hatiye organîzekirin û ji nuneratiya 12 kompaniyên curbicur yên Amerîkî yên di warê pîşesaziya xwerak, enerjî, teknolojî û nîştecîhbûnê pêk hatiye.
Di civînê de me behsa reformên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warên curbicur kir û ragihand ku armanca me ya sereke pir reng kirina çavkaniyên dahat û ava kirina jêrxaneke bihêz ya abûriye li herêma Kurdistanê de.
Di mijareke din ya civînê de me balkêşande ser têkiliyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta federalî ya Îraqê kir û tekez li ser girîngiya çareser kirina kêşeyan li ser esasê destûrê kir.
Herwiha me ev yek diyar kirk u biryara dadgeha federalî ya Îraqê ya derbarê qanûna petrol û gazê ya herêma Kurdistanê de, biryareke derqanûnî û ne destûriye, binpê kirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û herwiha ne di berejwendiya xelkê Îraqê de ye jî lewre em bi ti awayî dev ji mafên destûrî yên xwe ber nadin û hevdem berdewam dibin li ser diyalgo û danûstandinan li gel hikûmeta federalî bo gehêştin bi çaresereke mayinde û destûrî bo tevahiya kêşeyan.
Di berdewamiya civînê de nunerên kompaniyên Amerîkî behsa kar û çalakiyên xwe yên li herêma Kurdistan û Îraqê de kirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin