Serokwezîr li gel balyozê nû yê Kanadayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê nû yê Kanadayê li Îraqê kir û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
Îro sêşem 8ê Adara 2022anme pêşwaziya balyozê nû yê Kanadayê yê li Îraqê Gregory Galligan kir.
Di civînê de me jiber destbikar bûna wî weke balyozê nû yê Kanadayê, pîrozbayî li Gregory Galligan kir û hêviya serkeftinê di pîwerdariya nû de û pêşde birina têkiliyên navbera Kanada û herêma Kurdistanê, jê re xwest.
Balyozê Kanadayê kêfxweşiya xwe li hember destbikar kirina xwe li Îraqê diyar kir û bi awayeke kurt jî behsa karname û çalakiyên Kanada yên li Îraq û herêma Kurdistanê kir û xwesteke welatê xwe ya bo pêşde birina têkiliyan li gel herêma Kurdistanê bi taybetî di warên hêlbirîn, çandinî û teknolojî de diyar kir, herwiha stayîşa ezmûna pêşkeftî ya bihevre jiyana aştiyane di navbera pêkhateyên cuda yên herêma Kurdistanê de jî kir.
Prosesa siyasiya Îraq, şerê dijî DIŞIê, girîngiya piştgîrî kirina hêzên pêşmerge û reformên hikûmeta herêma Kurdistanê mijarên din yên civînê bûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin