Wezîrê navxwe beşdarî di merasîma vekirina radiyoya dengê yeksaniyê kir.
Îro li Hewlêrê bi minasebeta roja 8ê Adarê, merasîmek bi beşdariya wezîrê navxwe yê hikûmeta Kurdistanê Rêber Ehmed hate organîzekirin.
Di merasîma han de Rêber Ehmed gotarek pêşkêş kir û di gotara xwe de 8ê Adarê li jinan pîroz kir û ragihand ku hikûmeta Kurdistanê bi tabetî Serokwezîr baweriyeke temam bi azadiya jinan û yeksaniyê heye û tevahiya hewlên xwe bo rûbirû bûna tundiya dijî jinan bi tevger kiriye.
Ehmed herwiha eşkere kiriye ku kabîneya 9an ya hikûmeta Kurdistanê pêbendî tevahiya rêkeftin û peymanên cîhanî yên taybet bi maf û azadiya jinane û hewl bo cîhbicîh kirina wan dide.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin