Nêçîrvan Barzanî: Em bi her awayî piştîvaniya jinên Kurd dikin

Nêçîrvan Barzanî dibêje em berdewam dibin li ser piştîvanî kirina jinan.
کوردستان TV
100%

Bi minasebeta 8ê Adarê peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi minasebeta 8ê Adarê peyameke pîrozbayî pêşkêş kir û têde pîrozbayî li jinên Kurdistanê û jinên cîhanê dike û hêviya berdewamî û pêşkeftinê bo wan dixwaze.

Nêçîrvan Barzanî nivîsandiye: Di vê bîranîna han de rixmî dubare kirina piştîvaniya xwe bo jin û keçên Kurdistanê, dilniyayî dide wan ku bi her awayî berevanî ji wan û mafên wan dike.

Barzanî nivîsandiye: Di demekê de ev bîranîna han bibîr tînin ku mixabin di wan demên dawî de, amarên taybet bi kuştin, binpê kirina maf û azadiyên jinan zêde bûne û bandoreke nerênî jî li ser pêgeha herêma Kurdistanê û rewşa jinan kiriye, em tekez li ser vê yekê dikin ku ev rewşa han bi ti awayî nayê qebûlkirin û lazime ev rewşa han bi dawî were.

Rûbirû bûna tundûtîjî û pêşî girtin ji kuştina jinan bi her hincetek be, erkê tevahiya me ye, herwiha lazime di warê perwerde û pêgehandinê de, tevahiya me hemaheng û hevkar bin û hewlên cidî bidin bo nehêştina tundûtîjiya dijî jinan.

Herwiha lazime tevahiya me bihevre hewl bo dabîn kirina beşdariya yeksan,  hevbeş û kara ya jinan di nava karûbarên jiyana rojane de bi taybetî di warê siyasî, biryar dan û îdare kirinê de bidin.

Pîroz be 8ê Adarê, serkeftin bo xebat û têkoşîna azadîxwaz ya jinan, silav bo canê qurbaniyên tundiya dijî jinan.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

 

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.