Kurdistan û Norwêj têkiliyên xwe berfiretir dikin

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Norwêjê yê li Urdin û Îraqê civiya.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li gel balyozê Norwêjê yê li Urdin û Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Norwêjê yê li Urdin û Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro duşem 7ê Adara 2022an me pêşwaziya balyozê Norwêjê yê li Urdin û Îraqê Espen Lindbæck kir.

Di civînê de me giftûgo derbarê rewşa giştî ya Îraq û hewldanên ava kirina kabîneya nû û pere pêdana têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Norwêjê kir.

Balyozê Norwêjê yê li Urdin û Îraqê Espen Lindbæck rixmî diyar kirina bername û projeyên balyozxaneyê yên li Îraq û herêma Kurdistanê, hevdem amadebûna welatê xwe bo pêşde birina zêdetir ya têkiliyan ligel hikûmeta herêmê di tevhiya waran de diyar kir.

Me jî spasiya hevkariyên hikûmeta Norwêjê yên di çarçoveya hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê de kir û xwesteke herêma Kurdistanê bo berfiretir kirina derfetên hevkarî û hemahengiyê li gel Norwêjê û bihêztir kirina têkiliyan bi taybetî di warê abûrî û hêlbirînê de diyar kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.