Li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê qirîzeke nû derket

buhayê her 5 lître zeytê nêzî 230 lîreya ne.
کوردستان TV
100%

Welatî bo kirîna zeytê neçarin çend seatan di rêzê de bimînin.

Li gel dom kirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê, abûriya Tirkiyeyê zêdetir rastî astengî û qirîzan dibe.

Di vê çarçoveyê de ev çend roje li Tirkiyeyê hem buhayê dolarê bilind bûye û him jî buhayê pêdiviyên jiyana rojane gelek giran bûye.

Di heman demê de Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê rastî qirîza zeytê bi taybetî zeyta gulberojan hatiye û welatî bo dabîn kirina yek lître zeytê neçarin bi seatan di nava rêzan de bimînin.

Li gor çapemeniya Tirkiyeyê di nava seatekê de buhayê her lître zeytê 10 lîre girantir bûye û niha her 5 lître zeytê  li Tirkiyeyê nêzî 230 lîreyane.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.