Blinken: Me giftûgo li ser boykot kirina petrola Rûsyeyê kiriye

Antony Blinken dibêje me li gel hevpeymanên xwe nîqaş li ser boykot kirina petrola Rûsyeyê kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje li gel hevpeymanên xwe yên Ewrûpayî amadekarî bo boykot kirina petrola Rûsyeyê dikin.

Wezîrê derve yê Amerîkayê Antony Blinken ragihand ku di wan demên dawî de ku buhayê petrol û sûtemeniyê gelek zêde bûye, me weke Amerîka li gel hevpeymanên xwe yên li Ewrûpayê, nîqaş li ser boykot kirina hawirde kirina petrola Rûsyeyê kiriye.

Nav hatî eşkere kiriye ku Amerîka bo zêdetir ceza kirina Rûsyeyê, li gel hevbeş û hevpeymanên xwe yên li Ewrûpayê, nîqaş li ser boykot kirina petrola Rûsyeyê kiriye.

Nav hatî herwiha diyar kiriye ku li gel boykot kirina petrola Rûsyeyê, hevdem hewl bo dabîn kirina petrolê li cîhanê de jî didin.

Weke tê zanîn jiber şerê Rûsye û Ukraynayê, yaku 12 roje didome, cîhan dorpêçên gelek dijwar li ser Rûsyeyê daniye.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.