Buhayê petrolê 130 dolar derbas kir

Amerîka û welatên cîhanê gefa boykot kirina petrola Rûsyeyê kirin.
کوردستان TV
100%

Gefên cîhanê li petrola Rûsyeyê bandor li buhayê petrolê kir.

Piştî ku Amerîka û welatên din yên cîhanê gefa vê yekê kirin ku vê petrola Rûsyeyê jî boykot bikin, îro danê sibê buhayê her bermîleke petrola xam ya breentê 130 dolar derbas kir.

Niha li bazarên cîhanê her bermîlek petrola xam ya breentê bi 130 dolar û 5 sentan tê firotin.

Herwiha buhayê her bermîleke petrola Texasê jî bûye 126 dolar.

 

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.