Kurdek dixwaze yaneya Chelsea bikire

Muhsên Bayraq li gel Parêzerên xwedanê Chelsea ketiye têkiliyan û dixwaze ev yaneya han bikire.
کوردستان TV
100%

Li gel parêzerên xwedanê vê yaneya werzişî ketiye têkiliyan.

Piştî ku jiber şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê, cîhan dorpêçên gelek dijwar danî ser Rûsye û kesên nêzî Serokê vê welatî, Sermayedarê navdar yê Rûs û kesê herî nêz yê Putin, Roman Abramovich ku hevdem xwedanê yaneya werzişî ya navdar ya Chelseaye ji tirsa dorpêçan ragihand ku yaneya han difiroşe.

Duhê jî hate zanîn ku Kurdekî zengîn yê xelkê Bitlis û Serokê eşîreta Mutkî ya li Bakûrê Kurdistanê, Muhsên Bayraq biryar daye daku yaneya han ji xwe re bikire û bo vê yekê jî li gel Parêzerên Abramovich ketiye têkiliyan.

Eşîreta mutkî yek ji eşîrên mezin li Bakûrê Kurdistanê ye û Muhsên jî ji Serok eşîr zêdetir weke karsaz û sermayedar tê nasîn.

Spor

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.