Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta 31mîn salvegera raperîna mezin ya gelê Kurdistanê pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û yek bi yekê welatiyên xweşdiviyên Kurdistanê dikim.
Raperîn yek ji serwerî û destkeftên giranbiha yên gelê Kurdistanê ye, serhildana xelkê ya li dijî dam û dezgehên sîtemkar û dagîrkeran peyameke gelek rûn û zelal bû ku ji bilî hebûna zulm û sîtemê, xwesta azadîxwazî û rûbirûbûna sîtemkariyê herdem li kûrahiya dilê mirovê Kurd da hebû û dimîne. Şanaziyeke dinê raperînê yekrêziya gel û Pêşmerge û aliyên siyasî û plan û dûrbîniya serkirdayetiya siyasiya Kurd bû. Ev yekrêzî bûye faktereke bihêz ku li serdemeke aloz û tarî da serkeftin û azadî bê mîsoger kirin.
Raperîn ji bo gelê Kurd derfet bû bo ku cîhan li êş û azarên gelê Kurdistanê agahdar bibê û ji bo parastina gelê Kurdistanê hengavên kirdarî bavêje. Her wiha derfeteke bêwêne bû ji bo piştbestina bi şiyanên gelê Kurdistanê û wergirtina wan mafên ku salên dûr û dirêj hatibûn desteserkirin.
Raperîn hilgirê biha û waneyê mezin bû. Li raperînê da gelê Kurdistanê, mînaka biha û rewştbilindî û çanda xwe jî pêşanî cîhanê û navçeyê da. Bi hezaran serbazên artêşa rejîmê ketin destê xelk û Pêşmerge, lê belê bi tenê yek kes jî nehat azardan û serpişk kirin ku biçin derveyê welat, yan li Kurdistanê bimînin, yan vegerine nava hikûmetê.
Di bîranîna raperîna mezina bihara 1991 ê Kurdistanê da tekez li ser peyama aştî û azadîxwaziya gelê Kurdistanê dikîn. Ev peyam divê ji bo heta hetayê bilind û zîndî bimîne.
Mesûd Barzanî
05.03.2022
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin