Rûsye û Ukrayna li ser vekirina kirîdoreke însanî lihev kirin.
Piştî destpê kirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê, ev cara duyeme ku şandinên danûstandinkar yên Rûsye û Ukraynayê li welatê sêyem dicivin.
Duhê gera duyem ya danûstandinan hatibû meşandin û di civîna duhê de her du alî li ser vekirina kirîdoreke însanî bo derbasbûna xelkê medenî ji cîhên şer û ragihandina agirbesteke demkî li cîhên ku şer heye bo rizgar kirina xelkê medenî li hev kirine.
Herwiha her du alî biryar dane ku berdewam bin li ser danûstandinên xwe.
Weke tê zanîn ev 10 roje şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê destpê kiriye û ji her du aliyan gelek kuştî û birîndar hene.
Her çend Ukrayna derbên gelek dijwar li artêşa Rûsyeyê dane lê gelek xelkê medenî yê Ukraynî jî aware bûye û gelek kesên medenî jî jiber bordimanan canê xwe ji dest dane anjî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin