Rûsye amarên kuştiyên xwe eşkere kir

Rûsye û Ukrayna amarên cuda derbarê zirarên şer de belav dikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje herî kêm 500 leşkerên me hatine kuştin.

Duhê bi şev wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov daxuyaniyek weşand û têde behsa amara kuştiyên Rûsyeyê di şerê Ukrayanyê de kir.

Lavrov eşkere kiriye ku di şerê 8 rojan de herî kêm 500 leşkerên Rûsî hatine kuştin û hezar û 600 leşkerên Rûsî jî birîndar bûne.

Lavrov herwiha eşkere kiriye ku 2 hezar û 800 leşkerên Ukraynî jî hatine kuştin.

Ev di demeke deye ku duhê wezareta berevanî ya Ukraynayê diyar kiribû ku nêzî 7 hezar leşkerên Rûsî kuştine û bi hezaran leşkerên din jî dîl girtine.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.