Sîxoreka Îsraîlî çend salan li gel Xamneyê kar kiriye

ev sîxora Îsraîlî demeke dirêj li gel Xamneyî û tîma ragihandinê ya wî kar kiriye.
کوردستان TV
100%

Weke Nivîskar û Rojnameger li gel tîma çapemenî ya Xamneyê kar kiriye.

Catherine Perez Shakdam jineke Yehûdî xelkê Îsraîlê ye, Rojnamevan û nivîskareke jê hatiye, demek bûye misilmaneke şîe û çûye Îranê, lê Îranê bi deh salan li gel tîma ragihandinê ya Rêberê şoreşa Îranê Elî Xamneyî kar kiriye û bîranînên Xamneyê û ramanên wî derbarê mijarên curbicur de nivîsandiye.

Catherine Perez Shakdam di bîranîn xwe de ku ji aliyê rojnameya Tames Îsraîl ve hatine weşandin, nivîsandiye, xwedan nasnameya welatî bûna Brîtanyayê ye, piştî ku bûye misilman çûye Îranê û li Îranê xwe nêzî kesên nêzî Elî Xamneyî kiriye û pişt re bûye endamê tîma ragihandinê ya Xamneyî û bi vê rengî kariye gelek bi başî karê xwe yê sîxoriyê bike.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.