Serok Barzanî û Jeanine Plasschaert

behsa hemahengî û karên hevbeş di navbera Kurdistan û Îraqê de hate kirin.
کوردستان TV
100%

Behsa rewşa Îraqê û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Nunera Sekreterê giştî yê Netewên Yekgirtî yê li Îraqê Jeanine Plasschaert kir.

Di civînê de giftûgo li ser pêşhatên dawî yên nava prosesa siyasiya Îraqê û pêngavên destûrî yên ava kirina hikûmeta nû û rêbazên derbas kirina Îraqê ji kêşe û arîşeyan hate kirin.

Di berdewamiya civînê de nîqaş li ser kêşeyên nabvera Hewlêr û Bexda û hewldanên heyî yên bo hemahengî û karên hevbeş di navbera hikûmeta herêma Kurdistan û hikûmeta federalî de hate kirin û tekez li ser rola NY di vê warî de hate kirin.

Rewşa siyasî û guhertinên dawî yên siyasî li herêmê û cîhanê de mijareke din ya civînê bû.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.