Di mehekê de 31 welatiyên Kurd hatine girtin

25 ji kesên girtî jiber çalakiyên siyasî ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Li rojhilat û Îranê operasiyonên girtina welatiyên Kurd didomin.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kiriye ku tenê di meha Sibatê de hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li bajarê curbicur yên Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 31 çalakvan û welatiyên Kurd binçav kirine.

Li gor nûçeya Hengawê, di heman demê de sê ji wan girtiyan ji aliyê dadgehên rejîma Îranê ve bi cezayên girtîgehê hatine mehkûmkirin.

Hengawê diyar kiriye ku 25 ji wan welatiyan jiber çalakiyên siyasî, 5 welatiyên din jî jiber çalakiyên medenî û welatiyeke din jî jiber pîşeya xwe ya kasibkariyê hatine girtin.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.