Dibêjin Tirkiye bo jiyanê nabe û pêşeroja me têde nîne.
Li gor nûçeyeke malpera ahvalnews reviyana nûjdaran bi taybetî nûjdarên ciwan li Tirkiyeyê berdewame.
Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku rojane hijmareke zêde nûjdar bi taybetî nûjdarên ciwan li Tirkiyeyê hem jiber sedemên siyasî û him jî jiber sedemên abûrî ji welat direvin.
Tenê di meha Çiraya paşê ya sala 2022an de 197 nûjdarên ciwan xwe amade kirine bo ku, ji Tirkiyeyê birevin.
Herwiha hatiye gotin ku sala 2021an bi giştî 1405 nûjdar ji Tirkiyeyê reviyane û tê payîn ku di sala 2022an de jî zêdetir ji 2 hezar nûjdar ji Tirkiyeyê birevin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin