Veqetîn ji hikûmeta Erdogan destpê kir

wezîrê dadê duhê bişev dev ji kar berdaye.
کوردستان TV
100%

Wezîr û berpirsek dev ji karên xwe berdan.

Aloziyên navxweyî yên di nava hikûmeta AKPê de  yên ku jiber nemana demokrasî, qirîza darayî, giranî û bêkarî destpê kirine berdewamin.

Di çarçoveya wan aloziyan de duhê Serokê navenda amara Tirkiyeyê Prof. Dr. Said Erdal Dinçer ji kar hat avêtin.

Sedema ji kar avêtinê, nakokiyên rayedarên hikûmetê ne li ser amarên taybet bi giranî ku hatine weşandin û opozîsyon jî dibêje ev amar ne rastin.

Her duhê direngiya şevê jî wezîrê dad yê Tirkiyeyê Ebdulhemîd Gul jî jiber sedemeke nediyar dev jikar berdana xwe ragihandiye û bilez Erdogan keseke din kiriye wezîrê dadê.

Hin pisporên siyasî yên Tirkiyeyê jî behsa vê yekê dikin ku vê di meha Adarê de gelek rayedar û parlementerên AKPê ji AKPê cuda bibin.

N: E. G

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.