Îran bersifa Tirkiyeyê dide

hin alî dibêjin Tirkiye pere nedaye Îranê.
کوردستان TV
100%

Dibêje kêşe li Tirkiyeyê ye û me gaz qut nekiriye.

Piştî derketina qirîza gaza xwezayî ya li Tirkiyeyê û qut bûna elektirîkê li piraniya bajar û bajarokên Tirkiyeyê, rayedarên Tirkiyeyê diyar kirin ku Îran berpirsiyartiyên xwe li gor rêkeftinê bicîh neaniye û şandina gaza xwezayî bo Tirkiyeyê rawestandiye.

Îro jî rayedarên Îranî bersifa Tirkiyeyê dan û ragihandin ku ji aliyê Îranê ve şandina gaza xwezayî nehatiye rawestandin lêbelê kêşe li Tirkiyeyê ye.

Rayedarên Îranî behsa vê yekê nekiriye ku ev kêşe çiye, lê pispor qala vê yekê dikin ku Tirkiye pereyên gaza xwezayî nedaye Îranê lewre Îran şandina gaza xwezayî bo Tirkiyeyê rawestandiye.

Ji aliyeke din ve duhê bi şev jî Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kiribû ku Tirkiye ne qerdarê Îranê ye.

Weke tê zanîn jiber qut bûna gaza xwezayî, Tirkiye bi taybetî kerta pîşesazî ya Tirkiyeyê rastî qirîzeke mezin bûye û niha gelek kargeh li Tirkiyeyê jiber bê elektirîkiyê hatine daxistin.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.