Îran şandina gaza xwezayî bo Tirkiyeyê ragirtiye.
Ev çend rojan ku rejîma Îranê şandina gaza xwezayî bo Tirkiyeyê rawestandiye, û rayedarên Îranî dibêjin ku sedema vê yekê kêşeyeke teknîkiye, lê pispor behsa tişteke din dikin.
Pisporên Tirk dibêjin ku sedema rawestandina şandina gaza xwezayî ji aliyê Îranê ve bo Tirkiye, qerên Îranê ne jiber ku heta niha Tirkiye qerên xwe nedaye Îranê.
Her di vê warî de jî Serokkomarê Tirkiyeyê dibêje ev yek ne raste û ti qereke Îranê li ser Tirkiyeyê tuneye.
Hin aliyên din bi taybetî pispor û nivîskarên nêzî AKP û hikûmeta Tirkiyeyê jî dibijên ku sedema rawestandina şandina gazê bo Tirkiyeyê nerazî bûna Îranê ye li dijî çend projeyên taybet bi enerjiyê ku ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine îmzekirin.
Li gor zaniyariyan Îran gotiye heta 15 rojan nikare gazê bişîne bo Tirkiyeyê, niha piraniya kertên hilbirînê li Tirkiyeyê jiber kêşeya nebûna gazê rastî rawestanê hatine û elektirîka wan hatiye qutkirin.
Kerta pîşesaziya Tirkiyeyê jî diyar kiriye ku jiber kêşeya bêelektirîkiyê gelek kompaniyên pîşesazî hatine daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin