Dibêje li Sûriyeyê siyaseta xwe li hember Tirkiyeyê diguhere.
Navenda lêkolînên steratejîkî Carnegie, raportek derbarê aloziyên navbera Rûsye û welatên Rojavayê ya derbarê Ukranyayê de belav kiriye.
Di raporta han de hatiye diyarkirin ku Tirkiye niha jiber qirîza Ukraynayê di navbera Rûsye û Rojava bi taybetî Amerîkayê de gelek tengaw bûye û nikare hevsengiyeke nû ava bike.
Di berdewamiya raportê de ev yek hatiye zelalkirin ku eger qirîza Ukraynayê wisa berdewame be û Tirkiye di eniya Rojavayê li dijî Rûsyeyê de cîh bigire vê Rûsye siyaseta xwe li hember Tirkiyeyê diguhere bi taybetî li Sûriyeyê vê siyaseta xwe li hember Tirkiyeyê biguhere û siyaseteke tund li hember Tirkiyeyê bimeşîne.
Di beşeke din ya raportê de hatiye zelalkirin ku eger Tirkiye li eniya Rûsyeyê li dijî Rojavayê jî cîh bigire vê Rojava dorpêçên gelek dijwartir li ser Tirkiyeyê bisepîne û ev yek jî dibe sedema têkçûna yekcarî ya têkiliyên navbera Tirkiye û Rojavayê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin