Vê wan hêzan bişîne Rojhilatê Ewrûpayê.
Aloziyên navbera Rûsye û Ukraynayê her diçe zêdetir dibin û welatên Rojavayî û NATO jî amadebaşiyên xwe kirine bo rûbirû bûna her egerekê.
Di vê çarçoveyê de duhê wezareta derve ya Amerîkayê huşdarî dabû welatiyên xwe yên li Ukraynayê û ragihandibû ku mimkune her gav rewşa ewlekarî ya Ukraynayê têk biçe û Rûsye êrîş bike lewre lazime Amerîkî bilez ji Ukraynayê dervekin.
Piştî daxuyaniya wezareta derve ya Amerîkayê, wezareta berevanî ya Amerîkayê jî îro sêşem daxuyanî da û ragihand ku Amerîka 5 heta 10 hezar leşkerên xwe yên hêzên taybet xistiye amadebaşiyê daku eger Rûsye dest bi liv û tevgerên leşkerî kir, wan bişîne welatên Rojhilatê Ewrûpayê û piştîvaniya Ukrayna û hêzên NATO bikin.
Ji aliyeke din ve beriya çend rojan Amerîka û Brîtanya gelek pêdiviyên leşkerî şandibûn Ukraynayê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin