Erbil 22°C yekşem 29 gul 02:49

PDK: Daxuyaniya YNK rastiyan vedişêre

dibêje lazime YNK berpirsiyartiya rewşa niha û yê pêşerojê bigire ser xwe.
کوردستان TV
100%

Peyvdarê PDKê daxuyaniyek derbarê daxuyaniya civîna Serokatiya YNKê de weşand.

Piştî ku duhê Serkirdatiya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistanê civiya û derbarê rewşa siyasî ya Îraqê û hewldanên aliyan bi taybetî aliyên Kurdî de daxuyanî weşand û Partiya demokrata Kurdistanê tawanbar kir, îro jî Peyvdarê PDK Mehmûd Mihemed daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya Mehmûd Mihemed de hatiye diyarkirin ku YNK di daxuyaniya xwe de derheqê PDKê de zêde gavî kiriye û neheqî li PDKê kiriye.

Mehmûd Mihemed herwiha diyar kiriye ku lazime li hember wan zêdegavî û neheqiyan raya giştî ji rastiyan hayedar bikin. Piştî hilbijartinên parlementoya Îraqê li ser daxwaz û fermana Serok Barzanî bo bihêz kirina nav mala Kurd, parastina maf û berejwendiyên gelê Kurd û bihêz kirina yekdengiya aliyên li Bexdayê, PDK serdana tevahiya aliyên siyasî yên Kurdistanê kir û biryara ava kirina şandeke hevbeş li gel YNKê hate dayîn.

Herwiha ji bilî wan civînan Serok Barzanî ji bi armanca bihêztir kirina yekdengiya Kurd û bi yek lîst beşdarî kirin di hikûmet û parlementoya Îraqê de, pêwaziya Pavêl Talebanî kir, armanca me weke pdk ava kirina şandeke yekgirtî ya hevbeş ya tevahiya aliyên Kurdistanî bû lê mixabin ev yek ser negirt.

Pişt re PDK û YNK li ser vê mijarê lihev kirin daku, jihev fêmkirinên destpêkê bigehêjin qonaxa rêkeftineke siyasî, jiber vê çendê şanda hevbeş ya PDK û YNK bi Serokatiya endamê Serokatiya YNK Îmad Ehmed serdana Bexdayê kir, ev şanda han çend civîn li gel aliyên siyasî yên Îraqê pêk anî, lê mixabin bo me derket ku ti ramaneke rûn û eşkere ya şanda YNKê tuneye û nikare biryar bide, herwiha bêyî agehdar kirina PDKê endamên şanda YNKê ji şanda hevbeş vekêşiyan.

Derbarê hilbijartinên Serokatiya parlementoyê de jî her çend lazim bû li gor destûrê tevahiya firaksiyonan amade bin, rixmî amadebûna firaskiyonên Kurdistanî, lê mixabin firaksiyona YNKê ji civînê vekêşa, her ev  yek jî bo gava yekem ya YNKê bo têkdana yekrêzî û hevbeşiya aliyên Kurdî li Bexdayê.

Derbarê postê Serokkomariya Îraqê de jî lazime were gotin ku ev postê han para Kurd lê ne milkê taybet yê aliyeke diyar kirî yê Kurde.

Lewre lazime bo vê postê kesek were diyar kirin ku tevahiya aliyên Kurdistanî liser lihev kiribin. Lê rixmî vê jî YNK li ser berbijê kirina kesek ku aliyên Kurdî li ser razî nîn, biîsrar bû. Ev yek jî îsbat dike ku YNK xwedan hizreke hizbatiye ne hizreke netewî û nîştimanî.

Peyvdarê PDKê

Mehmûd Mihemed

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.