Amerîka welatiyên xwe ji Ukraynayê der dixe

dibêje eger heye her gav Rûsye êrîşî ser Ukraynayê bike.
کوردستان TV
100%

Dibêje her gav eger heye Rûsye êrîşî ser Ukraynayê bike.

Aloziyên navbera Rûsye û Ukraynayê berdewamin û wezareta derve ya Amerîkayê jî daxuyaniyek di vê derbarê de weşandiye.

Wezareta derve ya Amerîkayê di daxuyaniya xwe de huşdariya vê yekê daye ku vê eger heye her gav rewşa ewlekarî li Ukraynayê têk biçe lewre lazime welatiyên Amerîkî yên li Ukraynayê bilez ji vê welatî derkevin.

Qirîza navbera Rûsye û Ukraynayê bûye qirîzeke cîhanî, Amerîka, NATO û Yekîtiya Ewrûpayê jî gef li Rûsyeyê dikin ku eger êrîşî ser Ukraynayê bike, vê rastî bersifdayîneke dijwar were.

Li hember de jî Rûsye dibêje lazime NATO ji welatên nêzî sînorên Rûsyeyê vekêşe û nabe NATO xwe nêzî sînorên Rûsyeyê bike.

Di destpêka vê mehê de di navbera Amerîka û Rûsyeyê de û herwiha di rojên pêş de jî di navbera wezîrên derve yên wan du welatan civînên curbicur derbarê qirîzê de hatibûn organîzekirin lê heta niha ti encameke fermî ji wan civînan nehatiye bidestxistin.

N: E. G

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.