Dibêje ev bûyerên han ti metirsiyeke xwe bo ser Îraqê tuneye.
Hevpeymaniya cîhanî ya dijî DIŞIê ragihandiye ku bûyerên ku li girtîgeha Xiwêranê ya li Hesekê qewmîne ti metirsiyeke xwe bo ser Îraqê nîne.
Hevpeymaniya cîhanî eşkere kiriye ku hêzên wan li gel HSD berdewamin li ser hewldanên xwe yên bo kontrol kirina rewşê û di vê warî de jî gavên baş avêtine.
Ji aliyeke din ve navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê jî diyar kiriye ku pevçûn di navbera HSD û terorîstên DIŞIê de hîn li girtîgeha Xiwêranê berdewamin û çend beşeke girtîgehê hîn jî di destê terorîstan dene.
Vê navendê herwiha eşkere kiriye ku heta niha 84 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û 45 şervan û 7 welatiyên medenî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin