Dibêje we Îran bi daye destê Rûsye û Çînê.
Meleke navdar yê Îranî yê ku karê Rojnamevaniyê jî dike, dibêje hikûmeta Îranê welat teslîmê Rûsiye û Çînê kiriye.
Mele, rewşenbîr û nivîskarê Îranî Mihemed Zarê Fomenî di civîneke taybet ya bi part û aliyên siyasî yên Îranê yaku li wezareta navxwe hatiye organîzekirin peyvek pêşkêş kiriye.
Nav hatî di gotara xwe de rexneyên tund li Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî kiriye û ragihandiye ku Îran bi du destan teslîmê Çîn û Rûsyeyê kiriye û ev her du welat jî Îranê wêran kirine.
Ev meleya han herwiha gotiye ku eger li Amerîkayê dîsa Trump bibe Serok, vê li ber çavê cîhanê, Îran bi temamî were vêrankirin.
Mele Zarê Fomenî li Îranê sernivîserê giştî yê rojnameya dengê reformane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin