Hevkariyên însanî tên şandin.
Berpirsê deriyê sînorî yê Simêlkayê Şewket Berbiharî îro ragihand ku îro şemî, deriyê sînorî yê Simêlkayê bo hatûçûya karmend û tîmên dezgehên xêrxwazî tê vekirin.
Şewket Berbiharî diyar kiriye, ku ev deriya han îro tê vekirin û tîm û karmendên dezgehên xêrwazî yên biyanî dikarin serdana Rojavayê bikin û hevkariyên xwe bigehînin xelkê Rojavayê Kurdistanê.
Weke tê zanîn meha derbasbûyî ev deriya han jiber êrîşên endamên Ciwanên Şoreşger bo ser deriyê û karmendên deriyê hatibû, daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin