Li Tirkiyeyê Rojnamevanek hate girtin

Erdogan jî dibêje emê zimanê Sezen Aksu bibirin.
کوردستان TV
100%

Serokkomar jî dibêje emê zimanê stiranbêjekî bibirin.

Îro danê sibê bi fermana dozgeriya giştî ya li Îstenbûlê, Rojnamevaneke jin ya bi navê Sedef Kabaş ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Ev rojnamevana han di dema beşdarî kirin di bernameyeke televizyonî de rexne li Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan kiribû û bi hinceta bêrêzî kirin bi Erdogan, doz li hember vê hatibû vekirin û îro jî ji aliyê polîsan ve hate girtin.

Ji aliyeke din ve duhê Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan derbarê gotinên Stiranbêja navdar ya Tirkiyeyê Sezen Aksu yên derbarê Adem û Hewayê de jî gef li Aksu kir û ragihand ku erkê me yê sereke eve ku zimanê vê û yên weke vê bibirin.

N: E. G

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.