Erbil 29°C şemî 21 gul 13:07

Mezlûm Kobanê: Tevahiya terorîstan hatine girtin

li girtîgehê alozî derxistin bo ku terorîstên girtî azad bikin.
کوردستان TV
100%

Ji girtîgeheke Hesekê reviya bûn.

Piştî ku şeva derbasbûyî terorîstên girtî yên DIŞIê yên li girtîgeha Xiwêran bi hevkariya tîmên razayî yên DIŞIê yên li deverê alozî li derdorê girtîgehê û di nava girtîgehê de çê kirin û hijmareke zêde terorîst ji girtîgehê reviyan, alozî û pevçûn di navbera terorîstên DIŞIê û hêzên HSD û asayîşê de qewmî.

Di encama pevçûanan de zêdetir ji 40 terorîstên DIŞIê hatine kuştin, 20 endamên HSD û 5 welatiyên medenî jî canê xwe ji dest dan.

Pişt re HSD û hêzên hevpeymanan karîn rewşê kontrol bikin.

Di vê derbarê de Fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanê li ser hesabê xwe yê fermî li twitterê nivîsandiye; Şerê dijî terorê berdewame, tevahiya terorîstên ku di encama aloziyan de li girtîgehê reviya bûn dîsa hatine girtin.

Ji aliyeke din ve wezareta berevaniya Amerîkayê jî diyar kiriye ku bi rêya êrîşên esmanî hevkariya HSDê dikin bo ji nav birina terorîstên reviyayî û terorîstên din yên DIŞIê.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.