Erbil 22°C yekşem 29 gul 02:48

Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Swîsreyê kir

Kurdistan û Swîs têkiliyên xwe berfiretir dikin.
کوردستان TV
100%

Sibehiya îro pênçşem 20.01.2022 Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Swîsre yê Iraq û Urdinê Lukas Gasser û şandeke li gel da kir ku ji Emmanê ve karên xwe birêvedibin.

Di civînê de pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Swîsre hate nirxandin, ji bo vê mebestê jî tekez li ser girîngiya vekirin û destbikarbûna Balyozxaneya li Bexdayê kirin, her wiha behsa proseya siyasî û rewşa Iraqê bi giştî kirin.

Her du alî hevra bûn ku firehiya neteweyî û olî ya li Iraqê dewlemendiye û girînge Iraqî ji bo proseya siyasiya welat bigihin hevdû têgihiştina hevbeş û hikûmeta nû û proseya siyasî bi giştî komker û li xizmeta aramiya siyasî û berjewendiya Iraqê û hemû pêkhatên wê û li asta gefên li pêşiya wê da bê.

Serok Nêçîrvan Barzanî tekez li wê yekê kir ku girînge li Iraqê aramiya siyasî hebê û rêyek ji bo pêkve kar kirin û hevbeşiyê bê peydakirin û kêşe bêne çareser kirin, bi taybetî kêşeyên Hewlêr – Bexda ku îrade û biryara siyasî jêre pêwîste, her wiha pêgirî bi destûrê bêkirin û federalî biçespê, civaka navdewletî jî li piştevanîkirina Iraqê de berdewam bê.

Rewşa navçeyê bi giştî û peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel welatên hevsû û cîran û navçeyê û çend pirseke girîng û hevbeş, mijarên .

Ji SHK hatiye wergirtin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.