Beriya çend rojan jiber Koronayê koça dawî kiribû.
Îro li Hewlêrê bi merasîmeke fermî pêşwaziya cenazeyê Şêwirmendê Serokwezîr bo karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo hate kirin.
Serokwezîr derbarê merasîmê de nivîsandiye:
Îro li Hewlêrê bi dilek xemgîn, deste gula cenabê Serok Barzanî û xwe danî ser termê kesatiyê navdar yê Kurdistan û Şêwirmendê Serokwezîr bo karûbarên Êzidiyan Şêx Şamo Şêx Nemo.
Rihê wî şad û yadê wî bixêr
Weke tê zanîn Şêx Şamo demek bû bi Koronayê ketibû, bo dermankirinê bo derveya welat hatibû veguhastin, lê beriya du rojan koça dawî kiribû û îro cenazeyê wî gehêşte Kurdistanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin