Dixwestin êrîşan pêk bînin.
Komîteya ragihandinê ya ser bi Serokatiya civata wezîran ya Îraqê ragihand ku îro danê sibê hêzên ewlekarî li Bexdayê di operasiyonekê de karîne 3 terorîstên DIŞIê bikujin.
Li gor daxuyaniyê, ev her 3 terorîstên han li taxa Tacî xwe amade kirine ku êrîşên terorîstî pêk bînin lê hêzên ewlekarî bi wan hesiyane û li dijî wan operasiyon kirine û ev her sê terorîst kuştine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin