Jineke Kurd 9 mehe girtiye

li ser eşkence kirina her du korên vê gef li vê tê kirin.
کوردستان TV
100%

Bi hinceta kuştina pasdarek hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê, jineke Kurd bi navê Golale Muradî ku xelkê Pîranşar ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ev zêdetir ji 9 mehane girtiye û li girtîgeha navendî ya Urmiyeyê ye.

Golale Muradî ku bi hinceta beşdarî kirin di kuştina pasdarekî Îranî hatiye girtin, zêdetir ji 9 mehane ji her cure mafeke xwe hatiye bêparhêştin û rejîma Îranê jî rê nade ku li gel Parêzer û malbeta xwe hevdîtinan bike.

Hengawê li diyar kiriye ku heta niha Golale Muradî çend caran ji aliyê Îtlaatê ve hatiye eşkencekirin û daxwaz ji hatiye kirin daku tawanê qebûl bike lê nav hatî ev yek red kiriye.

Golale di tomareke dengî de gotiye ku îtlaat gef lê kiriye ku eger tawanê qebûl neke vê her du korên vê bigirin û li ber çavên vê wan eşkence bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.