450 pez û bizin mirar bûn

xwesibûn ji Rojhilatê bi awayeke derqanûnî wan derbasî başûrê Kurdistanê bikin.
کوردستان TV
100%

Ketine bin aşûtê.

Duhê bişev li nêzî sînorê Kêlê ya li Helşo ya ser bi nahiyeya Pişder, jiber daketina aşûtê 450 ser pez û bizinên welatiyan mirar bûne.

Jêderên herêmî behsa vê yekê dikin ku welatî mişxûlî veguhastina sewalên xwe bûne ku aşût ketiye ser wan û di encam de 450 ser pez û bizin mirar bûne.

Tê gotin ku ev pez û bizinên han yên çend bazirganan bûne û xwestine bi awayeke derqanûnî ji Rojhilatê Kurdistanê wan derbasî başûrê Kurdistanê bikin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.