Duhê êrîşî ser Ebû Zebî hatibû kirin.
Piştî ku duhê di encama êrîşan de li Ebû Zebî çend teqîn pêk hatbûn, Serokê herêmê û Serokwezîrê Kurdistanê bi peyamên cuda teqîn û êrîşên han mehkûm kirin û îro jî Waliyê Hewlêrê serdana Konsulusxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê kir.
Waliyê Hewlêrê Omîd Xweşnav li ser navê hikûmetê û bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ev serdana han pêk aniye.
Omîd Xweşnav di serdana xwe de hevxemiya hikûmeta Kurdistanê bo Îmaratê diyar kir û teqîn û êrîşên han mehkûm kir.
Weke tê zanîn di encama êrîş û teqînên duhê yên li Ebû Zebî de 3 kesan canê xwe ji dest dabûn û 6 kes jî birîndar bibûn.
Piştî teqînan jî çekdarên Husî ragihandibûn ku ev êrîşên han ji aliyê wan ve hatine kirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin