Gelek parlementer ji vediqetin.
Abûrînasê Tirk Atilla Yeşilada derbarê rewşa abûriya Tirkiyeyê û encamên xirab yên sîstema nû ya abûriya Tirkiyeyê yaku xwe dispêre gerentî kirina lîreya Tirkî bi dolarê, diyar kiriye ku vê di meha Adarê de encamên xirab yên vê sîstemê li ser abûrî, siyaset û civaka Tirkiyeyê derkevin.
Li gel derketina wan encamên xirab beşeke gelek zêde ji parlementerên AKP û hevpeymaniya cumhur ji vediqetin û diçin nava refên partiyên nû bi taybetî gelecek û dava partî.
Atilla Yeşilada ev yek diyar kiriye ku ev sîstema nû ya abûrî niha hinek kariye buhayê dolarê dabezîne, lê di demeke nêz de dîsa lîreya Tirkî li hember diravên din bi taybetî li hember dolar, buhayê xwe ji dest dide û dolar ji nîşkave bilind dibe û ev yek jî dibe sedema nerazîbûnên civakî û di encama wan nerazîbûnan de jî veqetandinên gelek mezin ji AKP û MHPê hevparê AKPê çê dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin