Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê helwesteke Tirkiyeyê red dike

dibêje tirkiye bi serê xwe dest bi nûjen kirinê kiriye.
کوردستان TV
100%

Dibêje em qebûl nakin ku hinek welat bi hinceta nûjen kirinê damgaya xwe li qelha Kerkûkê bidin.

Cîgirê Serokê parlementoya Îraqê û parlementerê Kerkûkê yê partiya demokrata Kurdistanê Şaxewan Ebdulah derbarê hewldanên Tirkiyeyê yên bo nûjen kirina qelha Kerkûkê de ragihand ku nûjen kirina qelhê gaveke başe lê em hem weke hikûmeta Îraq û him jî weke şêniyên Kerkûkê qebûl nakin ku hinek alî di bin navê nûjen kirinê de damgeya netewî ya xwe bixin ser beşek ji qelha Kerkûkê û rastiyên dîrokî ji holê rakin.

Şaxewan Ebdulah diyar kiriye ku nûjen kirina qelhê hem bo Kurdistan û him jî bo Îraqê gelek girînge, lê ji sala 2013an ve heta niha ne hikûmeta Kurdistanê û ne jî hikûmeta Îraqê bo vê mebestê ti gavek neavêtine lê Tirkiye bi serê xwe dest bi nûjen kirina qelha han û ava kirina mizgeftekê kiriye, lewre fikarên me ji guhertina rastiyên dîrokî hene.

Hêjayê gotinê ye ku beriya niha saziyên medenî huşdar dabûn û diyar kiribûn ku Tirkiye dixwaze rastiya dîrokî ya qelha Kerkûkê biguhere û ev yek weke berhemeke Tirkî nîşan bide.

Dîroka qelha han bo beriya 2 hezar salan beriya mîladê vedigere.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.