Aliyên şîe gefa boykot kirinê dikin

niha karên desteya Serokatiya parlementoyê hatine cemdandin.
کوردستان TV
100%

Dibêje nabe hilbijartin Serokwezîr weke ya Serokê parementoyê be.

Aliyên şîe yên nerazî ji encamên hilbijartinên parlementoya Îraqê gefa vê yekê dikin ku eger prosesa hilbijartina Serokwezîrê Îraqê weke hilbijartina Serokê parlementoyê be, vê demê ev aliyên şîe vê prosesa siyasiya Îraqê boykot bikin.

Di vê derbarê de berpirsekî hevpeymaniya dewleta qanûnî bi navê Xalid Seray ragihandiye ku her çar aliyên şîe yên nerazî, huşdarî dane aliyên din yên Îraqê ku nabe prosesa hilbijartina Serokwezîr weke hilbijartina Serokê parlementoyê be, eger ev proses weke hilbijartina Serokatiya parlementoyê be, vê demê ev her çar aliyên şîe prosesa siyasiya Îraqê boykot dikin.

Hêjayê gotinê ye ku jiber doza ku ev her çar aliyên şîe li dijî çawetiya hilbijartina Serokatiya parlementoyê vekirine, li dadgeha destûriye û dadgeha destûrî jî bi awayeke demkî biryara ragirtina kar kirina Serokatiya parlementoyê daye.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.