Serok Barzanî: Kurdistantv xwedan erkê netewî û nîştimaniye

dibêje lazime xwe li gel guhertinên medyayî bigoncîne.
کوردستان TV
100%

Bo 23mîn salvegera damezrandina Kurdistantv peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye.

Îro bi minasebeta 23mîn salvegera damezrandina Kurdistantv Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêş kiriye ku ev jî naveroka vê peyamê ye;

Binavê xwedê mezin û dilovan

Birêzan birêveber, stafa birêveberatî û karmendên Kurdistantv

Bi minasebeta 23mîn salvegera damezrandina Kurdistantv pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we yên hêja dikim û hêviya berdewamî û pêşkeftina zêdetir bo we dixwazim.

Kanala esmaniya Kurdistantvê weke yekem kanala esmanî ya Kurdistanê, her di destpêka damezrandina xwe de heta îro pêbendî erkê netewî û nîştimanî bûye û bo gehandina peyama aştîxwazane û bihevre jiyanê bi derdorê serkeftî bûye û di heman demê de jî kariye rastbêjî û pîşeyî bûna xwe biparêze.

Lazime Kurdistantv û Zagros tvê di çarçoveya dezgeha setelayta Kurdistanê de berdewam bin li ser gehandina peyama reva  ya gelê Kurd bi cîhanê û berfiretir kirina hişmendiya nîştimanî û çanda bihevre jiyanê di nava xelkê de.

Herwiha lazime dezgeha setelayta Kurdistan xwe li gel guhertinên bilez yên medyayî bigoncîne û weke hertim pêbendî buha û armancên bilind yên gelê Kurdistanê be.

Destê we sax be û hêviya serkeftinê bo we dixwazim.

Mesûd Barzanî

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.