Dîsa êrîşî ser navenda leşkerî ya Tirkiyeyê hate kirin

zirarên canê yên êrîşê nebûne.
کوردستان TV
100%

Ev cara duyeme di nava 48 seatan de êrîşî ser vê navendê tê kirin.

Fermandariya giştî ya antî terora Kurdistanê belav kiriye ku duhê direngiya şevê, bi mûşekan êrîşî ser navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ya li parêzgeha Mûsilê hatiye kirin.

Li gor daxuyaniya antî terorê, di encama êrîşa han de 3 mûşek ber navendê ketine lê ti zirarên wan nebûye.

Weke tê zanîn ev duyemîn care di nava 48 seatan de ku êrîşî ser vê navenda leşkerî ya Tirkiyeyê ya li Zilêkanê tê kirin.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.