Ji rewşa wan deveran dibpirse.
Îro şemî şandeke bilind ya leşkerî ya artêşa Îraqê bi fermana Serokwezîr Mistefa Kazimî serdana parêzgeha Enbarê kir.
Armanc ji şanda han wenêrîn û lêkolîn kirin ji rewşa deverê bi taybetî rewşa ewlekariyê ye.
Parêzgeha Enbarê ku hevsînore li gel Sûriyeyê, yek ji parêzgehên girîng ya Îraqê ye û yekem cîhe ku di sala 2014an de ji aliyê DIŞIê ve hatibû dagîrkirin.
Herwiha niha li wê parêzgehê liv û tevgerên DIŞIê zêde bûne û terorîstên DIŞIê bi rêya vê parêzgehê, ji Sûriyeyê jî derbasî nava axa Îraqê dibin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin