Çekdarên Îranî kolêberekî Kurd qetil kirin

xalê wî jî bi dijwarî birîndar bûye.
کوردستان TV
100%

Li sînorê Baneyê qetil kirine.

Navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, duhê êwarê çekdarên rejîma Îranê li ser sînorê bajarê Bane ya li Rojhilatê Kurdistanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Hengawê belav kiriye ku di encama êrîşa han ya çekdarên Îranê de yaku li devera Kêlê ya li nêzî bajarê Bane pêk hatiye, Kolberek bi navê Mêhran Rehmanî temen 24 sal canê xwe ji dest daye û xalê wî jî Îbrahîm Rehmanî bi dijwarî birîndar bûye.

Ev her du welatiyên han şêniyên gundê Menîcelan ya ser bi bajarê Baneyê bûne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.