Îran berdewame li ser gef kirin li Amerîkayê

dibêje hîn jî toleya herî dijwar maye em bistînin.
کوردستان TV
100%

Fermandarê spahê dibêje hîn jî maye em toleya xwe bistînin.

Li gor nûçeyeke anjansa nûçeyan ya Fars ya Îranî, Fermandarê giştî yê spaha pasdaran ya Îranê Husên Selamî diyar kiriye ku lazime Amerîka ji vê yekê fêm bike ku nikare êrîşî ser neteweyek bike û li benda tole stendinê nebe.

Husên Selamî diyar kiriye ku Îran heta niha hinek toleyên xwe ji Amerîkayê stendine lê hîn jî toleya herî dijwar maye ku Îran ji Amerîkayê bistîne û niha Îran li hêviya demeke goncawe bo tole stendinê.

Selamî herwiha eşkere kiriye ku êrîş kirine ser navendên leşkerî yên Amerîkayê yên li Îraqê bi taybetî navenda leşkerî ya Eyn Esed, derbeke dijware ku ji aliyê Îran û dostên Îranê ve li Amerîkayê tê dayîn.

N: E. G

Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.