Serok Barzanî li gel Fermandarê hêzên hevpeymanan civiya

hevpeymaniya cîhanî dostatiya xwe li gel hêzên pêşmerge didomîne.
کوردستان TV
100%

Di civînê de giftûgo li ser şerê dijî DIŞIê hate kirin.

Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Fermandarê giştî yê hêzên hevpeymanan li Îraq û Sûriyeyê John W. Brennan kir.

Di civînê de behsa şerê meydanî ya li dijî terorîstên DIŞIê û rewşa rûbirû bûna terorîstan hate kirin.

Di berdewamiya civînê de tekez li ser girîngiya hemahengiya navbera artêşa Îraq û hêzên pêşmerge û reformên nava hêzên pêşmerge de hate kirin.

Di dawiya civînê de şanda mêwan tekez li ser domandina dostatiya navbera hêzên pêşmerge û hêzên hevpeymanan kir.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.