Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Amerîka biryar daye ku 12 dîplomatê Rûs dersînor bike.
Reutersê diyar kir ku 12 dîplomat li Neteweyên Yekbûyî (NY) kar dikin û da zanîn ku Amerîka dê wan jiber fikarên ewlekariyê ji welêt derxe.
Berdevika Qesira Sipî Jen Psaki got ku ew 12 dîplomat bo îstixbaratê dixebitin.
Cîgirê Balyoza Amerîka ya li NY’ê Richard Mills jî da zanîn ku ew dîplomatên hanê li gor berpirsîyên dîplomatan tevnegeriyane
Mills diyar kir ku karbidestên Amerîkî ji dîplomatên Rûs xwestine ku bo zararê nedin ewlekariya neteweyî ew ji welêt derkevin.
Amerîka û hevbendên wê ji destpêka şerê Rûsya û Ukrayna vir ve dijî Moskowê toleyên berfireh yên aborî radigihînin û alîkariyên xwe yên bo Kîevê zêdetir dikin.
Ji dengê Amerîkayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin