Ereb berdewamin li ser dagîr kirina gundên Kurdan

di nava 4 salan de Ereb zêdetir ji hezar xaniyan çê kirine.
کوردستان TV
100%

Heta niha zêdetir ji hezar xaniyan çê kirine.

Hewldanên Ereban bi taybetî Erebên ku di dema rejîma dîktator ya Sedam Husên ve bo gund û deverên Kurdistanî hatibûn veguhastin, berdewamin.

Di vê çarçoveyê de li gelek navçeyên Kurdistanî  yên derveya îdareya Kurdistanê, rixmî aloziyên heyî, ev Erebên hawirde berdewamin li ser dagîr kirina gund û milkên Kurdan û heta niha di vê çarçoveyê de tenê li parêzgeha Kerkûk û derdorê, hijmareke gelek xanî çêkirin.

Li gor amarên berdest, di nava 4 salên derbabsûyî de herî kêm 1000 xanî ji aliyê wan Ereban ve li ser gundên Kurdan hatine çêkirin.

Ev prosesa han ji aliyê artêş û hêzên leşkerî yên Îraqê ve jî tê piştgîrîkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.