YE biryar daye 500 miliyon euro hevkariya leşkerî bide Ukraynayê.
Şerê navbera Rûsye û Ukraynayê di roja 5an de didome û Yekîtiya Ewrûpayê jî bo piştîvanî kirina Ukraynayê biryarên nû daye.
YE ragihandiye ku biryar daye daku bi qasî 500 miliyon euro hevkariyên leşkerî bigehîne Ukraynayê.
YE herwiha diyar kiriye ku bo cara ewil balefirên şer jî dişîne Ukraynayê daku pê şerê dijî Rûsyeyê bikin.
Weke tê zanîn di rojên ber de jî YE Rûsye ji Konseya Ewrûpayê derxistibû û asmanê xwe bo Rûsyeyê daxistibû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin