Cîhadiyên Tirkiyeyê berdewamin li ser wêran kirina Efrînê

cîhadî bo azad kirina welatiyên revandî daxwaza pereyan ji kesûkarên wan dikin.
کوردستان TV
100%

Di nava 5 rojan de gelek welatiyên din yên Kurd revandine.

Li gor zaniyariyên ku ji herêmê dest ketine, cîhadiyên Tirkiyeyê berdewamin li ser wêrankirin, talankirin û revandina welatiyên Kurd li Efrînê.

Hate zanîn ku di nava 5 rojên derbasbûyî de cîhadiyên Tirkiyeyê li Efrîn û derdorê herî kêm 5 welatiyên din yên Kurd revandine û bo azad kirina wan daxwaza pereyan ji kesûkarên wan kirine.

Her di nava heman 5 rojan de ev cîhadiyên han zêdetir ji 700 dar zeytûnên li Efrîn û derdorê birîne û zirar dane bax, milk û malên gelek welatiyên din.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.